• Get your own Slide Show!
  • Get your own Slide Show!
  • Watch videos at Vodpod.
  • [
  • This slideshow requires JavaScript.

  • This slideshow requires JavaScript.

  • كتب دلاور زنكي

  • Arşîv

Dilawerê Zengî:Osman Sebrî (1905-1993)(Jiyan, Tekoşîn û Berhem)

Destpêk:

Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûna bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.

Bi belavbûna rojnama (Kurdistan 1898)an û çapemeniya Kurdî re, roj bi roj hizrê ramyarî û civakî li Read more »

Dilawerê Zengî:Şerê Cîhanê yê Yekemîn ûBerjewendiya Dewletên Mezin

Ewropa berî şerê cîhanê yê yekemîn:Berî her şer û pevçûnekê, sedemên wê hene. Çi sedemên penahî bin û çi sedemên rasterast bin, tev dibin mîna ardû û komirê ji wê pevçûnê re. Nemaze ko tu çareserî ji wan sedeman re neyên dîtin, wê ew êş bibe mîna kiwînêrê ko di canê mirovî de der tên, û êdî derman Read more »

Dilawerê Zengî.Dema şerê cîhanê yê yekemîn û mihacirî/meşextî/

Di sala 1915-1917an di şerê cîhanê yê yekemîn de, li Bakurê Kurdistanê  nemaze herêmên li ser tuxûbê ûris eniya “Qersê – Gurcistanê” giraniya şer ketibû wê hêlê. Supahên ûris û bi rêberiya hêzên ermen -Taşnaq- di 2 çiriya paşî 1914-an de, derbasî Kurdistanê dibin. Supahên Osmaniyan Read more »

Dilawerê ZENGÎ.Jînenîgariya Nivîskar Mehmûdê Sebrî

 Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn), di sala 1937 ê Z, de hatiye rûyê cihanê. Li gundê Çetela Kîkan, Ji devera Dirbêsiyê, li parêzgeha Cizîrê (Hesekê), li Sûriya. Û zarokiya xwe li gundê Melek, ji devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. Li vî gundî û heft gundên hawîr wî, dibistanên fermî nebûn, û bi vê egerê Mehmûd di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî Qur’ana pîroz bûye.

Paşê 8 – 9 salan li nik melayên Kurd li Cizîrê, Read more »

Dilawerê Zengî:Pêşgotin

Bê goman, rêjîmên şovenîst û dagîrkerên zordar digel talankirina dewlemendiya ser xak û bin xakiya welatê me, bi setemkariyeke mezin êrîşî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Êrîşî ser dîroka şaristaniya hebûna wî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û mebesta wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye xem û kulek mezin. Ji bo em ji bin destên van rêjîmên şovenîst û setemkar derkevin, bi sedan Read more »

Dilawerê Zengî:Noşe noşîn

Noşe noşîn

Noşe noşîn cama ji dest muxbeçînê meyfiroş

Şahî linik te dilber bî meyxurînê mey me noş

Her bi navê nazenîn vexw nebî sawîr ber te goş

Sergiranî wê tê nebîn dev û lêvan mey binoş

Mihra dilber xweşî li can her daye min peyal e Read more »

Dilawerê ZENGÎ:Pêşgotinka Pertûka Mele Xelefê Bafî

 Mezinahiya her gelekî ji dewlemendiya kelepora wî gelî têye diyarkirin. Bêso Kurd miletekî xwedî keleporeke dewlemend û bêhempa ye. Ne tenê xwedî şaristaniyeke kevin û dewlemend e, belê roleke mezin di avakirina gelek şaristaniyan de, rabûye. 

Ji her neteweyî û gelî bêtir, Kurdan bawerî bi gotina devkî anine û bi toreya devkî û keleporê girêdayî mane. Em dikarin bibêjin, pêmaya Read more »

Dilawerê Zengî:Kovara (PÊNÛS)ê

Kovareke ramyarî ye. Her du mehan carekê derdikeve.

Zimanê rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûriyê  ye -YE‎KÎTÎ-.

Navnîşan:(Pênûs)ê/Postfach1112/48497 salzbergen/ Germany.

 Di sergotara hejmara pêşîn de rêdaksiyona Read more »

Dilawerê ZENGÎ:Danasîna kovara AGAHÎ

 Piştî xebata malbata Bedirxaniyan û rawestandina herdû kovaran (Hawar-Ronahî) ne tenê li nav Kurdên Sûriyê belê li tevaya Kurdistanê bizava çapemeniya Kurdî dikete bêdengiyê de.

Piştî şerê cîhanê yê diwemîn li Kurdistana başûr kovara Gelawêj –li hemberî rewşa şer û dijwariyên çap û belavkirinê- di derketina xwe de berdewam bû. Di wê demê de kovara (Dengê Read more »

Destpêka avakirina komele û bizavênrewşenbîrî yên Kurdî li Sûriyê:(Rûpelin winda:Dilawerê ZENGÎ)

Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de, destpêka dîroka hişyarbûna bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.

Bi derketina rojnama Kurdistan û çapemeniya Kurdî re, hizrê ramyarî û civakî li nik rewşenbîrên Kurdan roj bi roj pêşveçû,  rojnameya Kurdistan bû gasîna pênûsên rewşenbîran li hemberî  zordariya fermandarê Osmaniyan, li ser destên hozan û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî, hest û ramana neteweyî roj bi roj xurtir û geştir dibû. Read more »

Şêweyên namo û nenaskirîDi silav û nîşankirina bi dest û tiliyan:Dilawerê ZENGÎ

 Silavkirina bi destan, bûye riya pate û silavê di nav hemû gel û welatan de. Ji welatekî ta bi welatekî din û ji miletekî ta bi miletekî din ve, ne tenê cidayî û ne wekhevî heye belê gelek caran dibin cihê sergêjî û dilmayînê jî. Read more »

QEDRÎ CAN:1911-1972Dilawerê ZENGÎ

Pêşgeh:

Qedrî+Can Gotar û helbest û cirok û werkuhêz komkirîn û Amedekirn Dilawarêr ZENGÎ

Rewşa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeşbûna wan, kiriye ku rewşa helbest û toreya Kurdî bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.

Temenê toreya Kurdî, ne kêmtirî deh bebilîskan e. Ji dema mîretiyan, ji babilîskên navîn, ta bi dawiya babilîska nozdehan ve, xwe dirêj dike. Ev dîroka dûr û dirêj,  di çend qûnaxan re derbas dibe.

Gopîtka yekemîn di dema babilîska Read more »

Rewşen Bedirxan:Dilawerê ZENGÎ

إلى دلاور زنكي Piştî têkçûna Sultan Ebdulhemîd û di sala 1908,an de hatina Sultan Reşîd, hîn bêtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan re derket. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandibû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî (muebed) xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.

Di roja 11ê meha Tîrmeha sala 1909an de Read more »

Kurtejînenîgariya Îsmaîlê Emo (bavê Şiyar) Serokê P.Y.D.K.S (1947-18/10/2010):Dilawerê ZENGÎ

Di sala 1947an de, li parêzgeha Hisiça, li gundê Qereqoyê hatiye dinê û li wir xwendina xwe ya seretayî xwendiye.
Di sala 1960î-1966an li bajarê Dirbêsiyê li dibistana (Yermûk) xwendina xwe ya navendî bi dawî aniye.
Read more »

Nivîskar Dilawerê ZENGÎ: hat xelat kirin

Ji ber kar û xebat û pirberhemên nivîskar Dilawerê ZENGÎ di warê rewşenbîriya Kurdî de, rojnameya Mîdya ya partiya (YNDk) –Kurdistan-Hewlêrê tê der- xelata xwe ya bi navê (Rêzname-Rêzlênan) diyarî wî kir.

Hêjayî gotinê ye, ev ne cara pêşî ye ko nivîskar Dilawerê ZENGÎ ji Read more »

Hevpeyivîna rojnama Roja Teze:bi Dilawerê ZENGΠre

Şair û nivîskarê Kurd Dilawerê ZENGÎ ji bo xelata Osman Sebrî bide Îsmaîl Beşîkçî hatibû Tirkiyê. Bi vê munasebetê me jî hin pirs li ser rewşa siyasî û çandî ya Kurdên Sûriyê jê kirin û wî jî bersiva van pirsên me da. Ez bawer im, ku wê ev bersiv hin nuqtepirsên di serê we xwendevanên me yên hêja de ji navê rakin

                                               Read more »

Dilawerê ZENGÎ:Em û zimanê me

Şerma  mezin  ew e  ko  mirov

nezanê xwendin û nivîsandina

zimanê xwe be’             ‘Hawar’

Miletê Kurd mîna her miletekî xwedî çande, tore, dîrok, folklor û ziman e. Xwedî şaristaniyek sipehî û kevnar e. Rolek pir Read more »

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.